TR KU SO
FB X
Aborî

Nirxê bermîla petrola Brent 80 dolaran derbas kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 îlon 2021 23:11

PeyamaKurd - Bi vebûna bazarên Asyayê re nirxê, piştî sê salan bermîla petrol Brent bi qasî 65 sentan bilind bû û gihîşt 80 dolar û 16 sentan.

Nirxê bermîla petrola sivik a Teksasê jî 69 sentan bilind bû û niha bi 76 dolar û 9 sentan danûstandin pê tê kirin.

Li aliyê din şîrovekar dibêjin, nirxê gaza xwezayî û komirê jî gelekî bilind bûye ku ji ber kêmbûna petrola xav a bo berhemanîna enerjiyê jî nirxê petrolê jî pê re bilind bûye.

Parve bike: