TR KU SO
FB X
Aborî

Sanda bazirganî ya Îspanyayê serdana Kurdistanê dike

Hevi Turan
Nivîskar
📅 03 adar 2024 14:30
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê şandeke bilind a bazirganiya Îspanyayê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Li gor zanyariyan şanda bilind a bazirganiya Îspanyayê wê serdaneke sê rojan bo Herêma Kurdistanê bike û armanca serdanê jî pêşxistina bazirganiya di navbera Îspanya û Herêma Kurdistanê de ye.

Di roja yekem wê şanda îspanî li Hewlêrê bi berpirsên hikûmetê, kompanya û bazirganan re hevdîtin û gotûbêjan bike û serdana çend projeyên bazirganî bikin.

Hate zanîn ku wê şande di roja duyem de serdana bajarê Silêmaniyê bike û bi bazirganan re bicive û serdana çend projeyên bazirganî bike.
Parve bike: