TR KU SO
FB X
Analiz

‘Pê bawerim ku Serxwebûna Kurdistanê pir nêzîk e’

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 gulan 2019 20:00

PeyamaKurd -  Wezîrê Bergiriyê yê Yewnanistanê yê berê Panos Kammenos got ku ew piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike û destnîşan kir, “Serxwebûna Kurdistanê pir nêzîk e.”

Kammenos diyar kir, “Ez jê bawerim ku dê Kurdistan bibe dewleteke serbixwe. Bi min dê serxwebûna Kurdistanê pir li nêzîk pêk were.”

Kammenos têkoşîna serxwebûna Kurdistanê şiband serhildana 1821ê ya Yewnanistanê û wiha axivî:

“Em û Kurd birayên hev in. Xewn û xeyala min a herî mezin rojekê dîtina serxwebûna Kurdistanê ye. Ez jê bawerim ku dê ev li demeke pir nêzîk pêk were.”

Dostê Kurdan Kammenos herwiha da zanîn, “Ez dixwazim roja ragihandina serxwebûnê bi birayên xwe yên Kurd re bim û kêf û şahiya wan hîs bikim. Baweriya min jê tam e ku ev dê pêk were.”

Parve bike: