TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi Fîlmê ‘Kurdên Êzîdî’ destpê dike

Leyla Denli
Nivîskar
📅 05 adar 2022 13:59

PeyamaKurd Komîteya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê diyar kir, Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, di 24ê Adarê de destpê dike û wê di festîvalê de 30 fîlmên derbarê Kurdan de werin nîşandan.

Li gor Komîteya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê da zanîn, di kategoriya metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlm de, nezî 30 fîlm di nav şeş rojan de wê bên nîşandan.

Herwiha ev fîlm, ji çar aliyê Kurdistanê û gelek welatên cîhanê yên ku Kurd lê dijîn û berhem afirandine hatin berhevkirin û piranî bi tevlîbûna derhêneran re wê werin nîşandan.

Festîval wê bi Fîlmê bi navê ‘Kurdên Êzîdî’ yê ku di sala 1933yan de ji aliyê Amasi Martirosyan hatiye kişandin û heta niha ne li Tirkiyê ne jî li Kurdistanê hatiye nîşandan, destpê bike.

Di festîvala ku wê di 24ê Adarê de destpê bike û heta 29ê Adarê bidome de, wê di çarçoveya forûmekê de ji her qadên sînemayê, sînemagerên Kurd bicivin û sînemaya Kurdî û pirsgirêkên wê gotûbêj bikin.

Parve bike: