Hunermendê rapê yê Îranî Tataloo li Tirkiyê hat desteserkirin
PeyamaKurd - Hunermendê Îranê yê navdar Amir Tataloo li ser daxwaza polîsê interpola Îranê, li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin.
Amir Tataloo ku navê wî yê fermî li Îranê Emîr Huseyn Meqsudlu ye, li ser Instagrama xwe vîdeoya dema desteserkirina xwe belav kiriye û ragihandiye, ku ew ji aliyê polîsê Tirkiyê ve hatiye desteserkirin. Di vîdeoyê de diyar dibe, ku deste wî kelepçe kirine.
Li gor agahiyên berdest, Tataloo dema dixwest ji Stenbolê biçe Brîtanyayê hatiye desteserkirin. Polîsê Îranê desteserkirina Tataloo piştrast kir û diyar kir, ku ji bo bultena sor hat derxistin û daxwaz ji Interpolê û aliyê Tirkiyeyî hat kirin ku wî desteser bikin.
Bu gönderiyi Instagram'da gör#کی_مثل_تو ؟؟!! رو بیته سهیل !! ۷۸ @soheilkhodabandeh
Amir Tataloo (@tataloo)'in paylaştığı bir gönderi ()
Li gor zanyariyên berdest, Tataloo bi teşwîqkirina bikaranîna madeyên hişber hatiye tometbarkirin û li ser wê esasê derbarê wî de biryara desteserkirinê hatiye derxistin.
Amir Tataloo dema li Îranê bû, gelek hewl da ku hikûmet rê bide wî konsêrtan saz bike, lê belê hewlên wî serkevtî nebûn. Herî dawî Tataloo sala 2019an ji Îranê derketibû û li Tirkiyê û li bajarê Strnbolê nîştecih bûbû.
Bu gönderiyi Instagram'da görچشما خون سنگین سرم امّا بیدار ? #باز_من_تو_عمق_تاريكى_منتظر_نور ? ۷۸
Amir Tataloo (@tataloo)'in paylaştığı bir gönderi ()