TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Keça Kurd bi strana zazakî di TRTê de deng veda: Di Fînala Super de ‘Dar Hejîrokê’ distre!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 îlon 2023 23:13

PeyamaKurd – Di pêşbirka televizyona dewletê ya Tirkiyeyê TRT de, keça ji Geverê ya bi navê Songul Kalaç, bi dengê xwe yê xweş derket fînalê.

Kalaç di pêşbirka ‘Tu Stranên Xwe Bêje’ ya di TRT1 de tê weşandin, strana kurdîya zazakî ‘Elqajiyê’ got û guhdarên jûriyê û temaşevan pê mest bûn.

Piştî belavbûn û dengvedana vîdyoya Songul Kalaç li ser medya civakî jî dengê wê pir hat hezrkirin û eleqeyeke mezin jê re hate nîşandin.

Wê Songul Kalaç 12ê Îlonê di fînala super a pêşbirkê de jî strana kurmancî ‘Dar Hejîrokê’ bistre.

Parve bike: