TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Kurdên Êzidî li Lalesê Cejna Cemayê pîroz dikin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2023 23:12

PeyamaKurd – Li Perestgeha Laleşê pîrozbahiyên Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî dest pê kir.

Kurdên Êzidê her sal di meha Cotmehê de, diçin Perestgeha Laleşê ya navçeya Şêvan a Hewlêrê û Cejna Cemayê pîroz dikin.

Pîrozbahiyên li Laleşê di nav gel de bi navê “Cemaya Şêx Hadî” tê naskirin.

Cejna Cemayê hefteyekê didome û tê texmînkirin ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyên Cejna Cemayê bibin.

Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî her sal ji 6ê Cotmehê heta 13ê Cotmehê dewam dike û bawermendên Êzidî ji bo pîrozkirina cejnê serdana Perestgeha Laleşê dikin.

Parve bike: