TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Sûra Diyarbekir qendîleke 1500 salî hat dîtin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 îlon 2022 23:44

PeyamaKurd – Di dema xebatên restorasyonê yên Sûrên dîrokî yên Diyabekirê de, qendîleke çirayê ya ji axê çêkirî ya dîroka wê digihe Hezar û 500 salan hat dîtin.

Li Sûrên Diyarbekirê ev demek e, bi navê ‘Vejîna li Sûran’ xebatên restorasyonê têne kirin ku di dema wan xebatên arkeolojîk de, qendîleke dîrokî hat dîtin ku ji serdema Romayê maye.

Hat diyarkirin ku qendîla dîrokî ya hatiyedîtin, ti xisarek li ser çênebûye û radestî Daîreya Muzexaneyan hatiye kirin.

Parve bike: