Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonyayê çalakiyeke hunerî li dar dixe
PeyamaKurd – Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonyayê, di dawiya payizê de çalakiyeke hunerî ya navneteweyî li dar dixe.
Li gor zanyariyan, çalakî wê li Muzeya Herêmî ya li Bydgoszcz a Polonyayê bê lidarxistin û li ser hunera gelên bêdewlet wê bê axaftin.
Hat ragihandin ku ev çalakî ji aliyê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Polonyayê ve tê organîzekirin û tê de hunerên dîtbarî û bedew, fîlm, wêne, wêje û muzîk tê lidarxistin.
Çalakiya bi navê Kurdistan, Wêneyên Hebûnê, wê bibe yekemîn festîvala hunerî ya navneteweyî ya neteweyên bêdewlet li Muzeya Herêmî ya li Bydgoszcz a Polonyayê.
Herwiha hat zanîn ku çalakî wê di dawiya payîzê de destpê bike û di destpêka bihara sala pêş de bi dawî bibe. Di festîvalê de berhemên zêdetirî 30 hunermendên Kurd ên ji welatên Ewropa, Awustralya, Tayland û Amerîkayê tên pêşkêşkirin.
Hat eşkerekirin, Muzexaneya Bidgoschê bi taybetî ji bo pêşkêşkirina berhemên hunermendên Kurd, nêzîkî 1500 metre çargoşe cîhê pêşangehê dabîn kiriye.