Çand_û_Hûner
UNESCO Babîlê xist nava lîste ya mîrata dinyayê
PeyamaKurd- Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdê ya bi ser Neteweyên Hevgirtî UNESCO ragihand ku seha Babîlê ya dîrokî ya Iraqê, xistiye nav lîsteya mîrata dinyayê. UNESCO ragihandina xwe bi awayeka nivîkî di ser hesabê xwe yê twitterê de kir.
Babîl li başûrê Bexdayê bi 100 km dûr e. Li gor dîrokê berya 4 hezal salî navenda dewleta Babîlê bû. Baxçeyên mêwan yên Babîlê di nava 7 harîqayên dinyayê de ciyê xwe digirt. Rêvebiriya Bexdayê bi salaye dixwaze Babîlê bixe nava lîsteya mîrata UNESCO yê. Li ser wê Bexda bi awayeka nivîskî bexteweriya xwe diyar kir û got ku kîtabeyên bajarê qedîm yên babîlê cudahiya bajêr datîne ber çavên mirovahiyê û feda Mezopotamyayê ya bo mirovahî û bajarvaniyê îsbat dike.