TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Weqfa Mezopotamya latîniya Berhema Mela Mistefayî ya ‘Rahênanên Zimanê Kurdî’ çap kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 îlon 2021 21:26

PeyamaKurd - Weqfa Mezopotamyayê ku lêkolînan li ser berhemên arşîva Kurdolog Alexsander Jaba dike, herî dawî berhema Mela Mistefayî ya bi navê ‘Rahênanên Zimanê Kurdî’ bi latînî çap kir.

Berhema Mela Mistefayî ya ‘Rahênanên zimanê Kurdî’ ji aliyê lêkolîner Mikaîl Bulbul û Mustafa Ozturk ve hatiye latînîzekirin û bi nirxandinan, ji weqfa Mezopotamyayê hatiye çapkirin.

Berhema ku di sala 1860an de ji bo pratîkên fêrbûna zimanê Kurdî hatiye nivîsandin, ji nav arşîva Alexsandir Jaba li pirtûkxaneyên Kurdî hat zêdekirin.

Beriya berhema Mela Mistefayî, ji koleksiyona A. Jaba berhemên Mela Mehmûdê Bazidî yên ‘Rêzimana Zimanê Kurdî’ û ‘Kêşana Karên Kurdî’ jî ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatibûn çap kirin.

Weqfa Mezopotamyayê Berhema Mela Mistefayî ya Rahênanên Zimanê Kurdî, diyar bo rihê Prof. Dr. Qedrî Yildirim kiriye ku 26ê Adarê wefat kiribû.

Parve bike: