TR KU SO
FB X
Cîhan

12 kes li ser sînorên Suriye-Tirkiyê hatine kustin û birîndarkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 nîsan 2023 22:02

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji destpêka sala 2023yan ve li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê ji aliyê leşkerên Tirk ve 12 sivîlên xwestina sînoran derbas bikin hatine kuştin.

Li gorî amarên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 12 rewşên kuştin û birîndariyê bi destê nobetdarên sînor ên Tirkiyê hatine tomar kirin.

Li aliyê din Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch- HRW) jî di di rapora xwe ya dawî de eşkere kiriye ku leşkerên Tirkiyê yên pasevanên sînor li ser sînoran mafên mirovan binpê dikin û sûriyeyiyên ku hewl didin sînor derbas bikin, îşkence li wan tê kirin û têne kuştin.

HRWê daye xuyakirin ku leşkerên Tirk ên li ser sînor bi guleyên rasterast têne kuştin û divê li ser vê polîtîkaya desthilata Tirkiyê ye, lêpirsîn were vekirin.

Parve bike: