Cîhan
2.5 ton ûranyûma li Libyayê wendayî hat dîtin
PeyamaKurd – Piştî Ajansa Atomê ya navdewletî ragihand ku li Lîbyayê 2.5 ton ûranyûma ku hatibû parastin wenda bûye û di nav 10 vqarêlan de ye, lêgerînên ûranyûmê destpêkirin.
Tumgeneralê Lîbyayî yê bi navê Xalid el-Mahcûb bi nivîskî ragihand ku varêlên ûranyûmê li ser sînorê Çad-Lîbyayê di depoyekî de ne û ji sînor 5 km dûrin. Li ser bûyerê lêpirsîn bi ajansa atomî ya navdewletî re dewam dike.