Cîhan
4 sal cezayê girtîgehê li seroka berê hat birîn
PeyamaKurd – Li seroka berê ya welatê Myanmar Aung San Suu Kyi ku bi darbeya leşkerî ji kar hatibû dûrxistin, 4 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Hat diyarkirin ku dadgeha li paytext Nepido, bi hinceta gendeliyê 4 sal cezayê girtîgehê li Suu Kyi ya 76 salî birîye.
Suu Kyi di 6ê Kanûnê de ji ber teşwîqkirina serhildanên gel û binpêkirina qedexeyên Covid-19 ji 11 tawanên cuda dihat darizandin.
Suu Kyi piştî darbeya 1ê Sibata 2021ê ya li Myanmarê ji kar hatibû dûrxistin ku niha jî wezîr û rêveberên hikûmetê di zindanan de ne.
Herwiha di encama darbeyê de li Myanmarê nêzî 1300 kes ji aliyê artêşê hatine kuştin.