Cîhan
Agirê wan hîn netemirî: Dîsa derketin kolanan…
PeyamaKurd - Xwepêşandanên Êlek Zeran ku ji 17ê Mijdarê ve destpê kirine dawiya vê heftê jî dewam kirin.
Çalakiyên Êlek Zeran çend hefteyên borî gihîştibûn asta xwe ya herî bilind li seranserê Fransayê û pinariya daxwazên wan ên wekî kêmkirina baca sotemeniyê û zêdekirina muçeyan ji aliyê hikûmeta Fransayê hatibûn qebûlkirin.
Êlek Zer vê hefteyê jî derketin kolanan û Îro şemiyê her çiqas beşdariyeke wekî hefteyên borî nebe jî protestoyên xwe berdewam kirin û rastî mudaxeleyên polîsan ên wekî gaza îsotê hatin.
Hat zanîn ku li paytext Parîsê piraniya dikanên li kolana Champs Elysees, Muzexaneya Louvre û dorûbera Kuleya Eyfelê vekirîbûn û hejmara beşdarên protestoyan jî kêm bû.