Cîhan
Alîgirên Muqteda Sedir li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadwerî dest bi grevê kirin
PeyamaKurd – Îro Sêşemê alîgirên Muqteda Sedir, li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadwerî li Devera Kesk ya li Bexdayê dest bi grevê kirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî diyar kirin, xwepêşanderên Tevgera Sedir, li Bexdayê li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriyê dest bi vegirtina konan kirin.
Herwiha hat eşkerekirin, heta hemû daxwazên wan neyên cibicîkirin, xwepêşandanên wan wê berdewam bin.