Almanya gelek dîplomatên Rûsya ji welatê xwe derdixe
PeyamaKurd – Piştî kuştina sîvîlên li bajarê Bûşayê yê Ûkraynayê, Almanya gelek dîplomatên Rûsya ji welatê xwe derdixe. Rûsya ragihand ku wê bersiva Almanya bide.
Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku wêneyên ji Bûçayê gihane wan, şahidên tinekirina mirovaye û weha got:
“Bi wê sedemê me ragihand ku gelek dîplomatên ku di sefareta Rûsya de wezîfe dikin, em wan naxwazin. Em ê bi hevkarên xwe re, dorpêçên li ser Rûsyayê zêdetir bikin. Em ê desteka xwe ya ji bo artêşa Ûkraynayê fireh bikin û baskê NATO yê yê rojhilat xwurt bikin.”
Medya Almanya ragihand ku Almanya 40 dîplomatên Rûsyayê derdixe derveyê welat û 5 roj wext dane wan da terka Almanya bikin.
Piştî vê pêngava Almanya, wezareta karên derve ya Rûsyayê got ku wê bersiva vê pêngava Almanya bide.