Cîhan
Amadekariya dorpêçan: Trump biryarnamê îmze kir
PeyamaKurd- Wezîrê darayî yê Amerîkayê Steve Mnuchin di mijara amdekariyên dorpêçên bo ser Tirkiyê agahiyan da û got:
“ Trump biryarnameya ku desthilatiyê dide rêvebirên Amerîkayê û di desthilatiyan de gelek xalên xurt hene ku dorpêçan deynin ser Tirkiyê, îmze kir. Lê biryarnameyê hêj aktîv nekiriye. Eger Amerîka pêwistî pê bibîne, wê karibe miftê li aboriya Tirkiyê bixe.”
Tayip Erdoğan ê serokkomarê Tirkiyê ragihandiye ku dê ji biryara xwe ya bo operasyona ser Sûriyê danegere.