Amerîka 24 dîplomatên Rûsyayê derdixe derveyê welat
PeyamaKurd – Balyozê Rûsyayê yê li Amerîkayê Anatoliy Antonov got ku Amerîka 24 navên dîplomatên Rûs ku divê heya 3 yê êlûnê Amerîkayê terk bikin daye Rûsyayê. Li gor ragihandina di ser hesabê facebookê yê balyozê Rûsyayê li Amerîkayê, yê Antonov ku di National Interest ê de ragihandiye û gotiye tevî gotinên Joe Biden ku got divê têkiliyên bi îstîqrar bi Rûsya re bimeşînin, dîplomatên Rûsyayê di bin eziyetekî zor de mecbûr dimînin da bixebitin. Antonov di ser çapemeniyê de weha got:
“Me lîsteya navên 24 dîplomatên ku divê heya 3 yê êlûna 2021 ê Amerîkayê ter bikin sitend. Hema em dikarin bêjin dê yên nûh neyên şûna wan û dê herin, ji ber Washington jinîşke de perosedurên vîzeyê asê kir.”
Antonov, got ku Amerîka bê sedemekî nîşan bide, vîzeya malbatên xebatkarên dîplomatîk betal kir û bo daxilbûna wan ya Amerîkayê dest bi derengxistinê kiriye.
Di encama van kiryarên Amerîkayê de, li dora 60 hemkarên min, bi malbatên xwe ve li dora 130 kesan di haletên mirovî de jî nikarin dagerin welatê xwe.