TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka, 8 milyar dolar alîkariya leskerî ya din jî dê bide Îsraîlê

İlyas batu
Edîtor
📅 04 rêbendan 2025 15:22

PeyamaKurd – Li gor nûçeya Reutersê, karbidestekî amerîkî ragihand ku rêveberiya Biden îro kongres agahdar kiriye ku pêşniyara firotina çekan a 8 milyar dolarî bo Îsraîlê hatiye kirin.

Axiosê da zanîn ku rêkeftinê pêwîstî bi erêkirina herdu komîteyên Meclîsa Nûneran û Senatoyê heye.

Axiosê ragihand ku pakêta navborî cebilxaneyên balafirên şer û helîkopterên êrîşkar û topxaneyên xwe dihewîne.

 Hat diyarkirin ku di pakêtê de bombeyên piçûk û serikên şer jî hene.

Parve bike: