Amerîka: Divê DAIS nemîne û çekdarên Îranî ji Sûriyê derkevin
PeyamaKurd - Nûnerê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de James Jeffrey, li ser siyaseta Amerîkayê ya Sûriyê daxuyanî dan.
Jeffrey dibêje, “Divê Îran û komên nêzîkî Îranê ji Sûriyê derkekvin, DAIŞ bi tevahî were jinavkirin.”
Nûnerê Amerîkayê herwiha destnîşan kir, heger Esed careke din çekên kîmyayî bikar bîne, êdî Amerîka dê êrîşa leşkerî li dijî hêzên hikumeta wî pêk bîne.
Peymangeha Hudson a Amerîkî li Waşinton DC, panêleke online saz kir, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de, James Jeffrey behsa rewşa navxweyî û herêmî ya Sûriyê û bikaranîna çekên kîmayayî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve kir.
James Jeffrey ragihand ku helwesta Amerîkayê derbarê çareseririna rewşa Sûriyê û rêgirtina li ber dubarebûna wan êrîşan de, ew e ku di çarçoveya biryara Encûmena Asayişê de, çareseriyeke siyasî ji bo kêşeyên navxweyî yên Sûriyê bê dîtin, Îran û komên nêzîkî wê jî ji Sûriyê derkevin û DAIŞ bi tevayî bê jinavbirin.
James Jeffery wiha axivî: "Helwesta Amerîkayê, ku beşê herî gelek ji Civaka Navdewletî piştgiriya wê dike, ji gihiştina bi çareseriyeke siyasî, di çarçoveya biryara hejmar 2254 a Neteweyên Yekbûyî de, pêk tê, ku daxwaz dike, li jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hilbijartin bêne encamdan û proseyeke destûrî ya nû destpê bike. Em bi tevayî piştgiriya wê dikin, lê em dixwazin hemû Îranî û ew hêzên ku ew serkirdayetiya wan dikin, derkevin, weke beşekî ji her rêkeftineke aştiyane. Bê guman em dixwazin DAIŞ bi awayekî herdemî bê jinavbirin, ji bo vê mebestê jî, em ji nêzîk ve kar ligel Neteweyên Yekbûyî dikin û guşarên me berdewam in, bi taybetî, ji aliyê abûrî û deplomasî ve, da ku em li ser wê rejîmê teng bikin û wan grûpên ku alîkariya Esed dikin, siza bikin. Baweriya me wiha ye, ku me serkeftineke berbiçav bidest xistiye."
Jeffrey got, armanca Amerîkayê ji kampnayaya guşarên li ser hikûmeta Sûriyê ew e, ku Beşar Esed li ser tometên ku arasteyî wî hatine kirin, bê darizandin.
Nûnerê Amerîkayê diyar kir, heeger Esed bikaranîna çekên kîmyayî dubare bike, êdî Amerîka êrîşa leşkerî bi ser de encam dide û wiha pê de çû:
"Wî çekên kîmyayî bikar anîne û gelek caran jî ew yek dûbare kiriye. Helwesta Amerîkayê li ser vê mijarê gelekî tund e û vê rêveberiyê du êrîş birine ser Esed, ku ya duyem ji wan bi alîkariya hêzên leşkerî yên Brîtanya û Fransayê bû. Eger Esed dest bavêje çekên kîmyayî, em amade ne, dubare gavên bi vî awayî bavêjin, bi nerîna me ku hêj ew bijarde li bîra Esed e."
Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyayî di rapora xwe ya Nîsanê de radigihîne dike ku hikûmeta Sûriyê ji Adara 2017an ve sê caran çekên kîmyayî bikar anîne.