TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka hisyarî dide welatiyên xwe; xwe ji Tirkiye dûr bigrin

PeyamaKurd
Edîtor
📅 15 sibat 2019 22:53

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku geşt bo Tirkiyê rîsk e. 

Li Tirkiyê gefa êrîşên terorê heye û divê welatiyên Amerîkî pêdeçûn li ser geşta xwe ya bo Tirkiyê bikin û xwe ji cihên qelebalix û ji sînorê Tirkiye û Suriyeyê dûr bigrin.

Herwiha li Tirkiyê hêzên ewlekariyê dehan hezar kesan zindanî kirine û di nava wan de welatiyên Amerîkî jî hene. Divê welatiyên wan xwe ji xwenîşandanên dijî hikûmeta Tirkiyê jî dûr bigrin û encama rexnekirina hikûmeta Tirkiyê zindanîbûn e.

Wezareta Derve ya Amerîkayê meha borî jî di derbarê geşteke bo Tirkiyê de hişyarî dabû welatiyên xwe

 

Parve bike: