Amerîka û Îngîltere li ser xwurtkirina hevkariya aboriyê li hev kirin
PeyamaKurd – Koşka Sipî ji bo hevkariya navbera Amerîka û Îngîltere li hemberê şertên zor yên demê xwe eyar bikin, xwe xwurt bikin û ji nûh de dîzayn bikin, çarçova sedsala 21an ya hevkariya Aborî ya Amerîka-Îngîltere bi Deglerasyona Atlantîk ragihand. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku hevkariya navbera her dû dewletan ji ya her wextê girîngtire, ji bo wê divê guherîn çêbibin û hevkarî li gor çerxê bê eyarkirin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku teknolojî, aborî, ewlehiya netewî ji ya her wextî bêhtir ketiye nava hev, dewletên weka Rûsya û Çînê yên otoriter, teknolojiyên herifîner, aktorên di derveyê dewletan de, guherîna kêşûhewayê û zahmetiyên li hemberê îstîqrarê pirsgirêkên li hemberê her dû dewletan in.
Her dû teref li ser pêşdebirina hevkariya darayî di Deglerasyona Atlantîkê de li hev kirine û plana tevgerê bingeha hevkariya aboriyê, teknolojiyê û têkiliyên bazirganiyê ne.