Cîhan
Amerîka û Îsraîlê li dijî gefên Îranê rahênaneke hêzên asmanî pêk anîn
PeyamaKurd – Hêzên asmanî yên Îsraîl û Amerîkayê rahênaneke leşkerî ya asmanî birêve birin.
Rojnameya Îsraîlê Makor Rishon ragihand ku ew manewreya asmanî peyameke zelal e ji bo rejîma Îranê ji ber ku Îran gefê li welatên herêmê dike.
Hatiye diyarkirin ku di manewreya asmanî de balafirên F16, balafirên sîxurî yên Galif Îstrîm-500 û çendîn cur ji balafirên din beşdarî kirine.
Hat ragihandin ku ev manore û rahênana Amerîka û Îsraîlê di demekê de hatine lidarxistin ku Artêşa Îsraîlê xwe ji bo êrîşkirina ser binkeyên atomî yên rejîma Îranê amade dike.