Cîhan
Amerîkayê ji Husiyan xwest ku agirbesê îlan bikin!
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji erkdarên Husiyan xwest ku agirbesê îlan bikin.
Ji sala 2014an ve li Yemenê şer heye. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got ku êdî wext hatiye ku şer bi diyalogê were sekinandin û gelê herêmê bi aramî jiyana xwe bidomîne. Ji bo vê yekê em banga xwe li hemî rêxistinên herêmê dikin ku êdî şer bidin sekinandin.
Pompeo got ku em piştgiriya xwe didine Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Yemenê Martîn Griffiths ku şerê li Yemenê bi aşîtî bide sekinandin.
Pompeo di heman demê de banga xwe li Suûdî Erebîstanê jî kir ku êdî li Yemenê herêmên sivîlan bombebaran neke.