TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê li 'Rojava' baregeheke nû ya esmanî ava kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 nîsan 2019 22:13

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê li nêzîkî bajarê Reqayê li bajaroka Eyn Îsayê baregeheke nû ya hêzên esmanî ava kir.

Li gor ragihandina çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Amerîkayê li herêmên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, di avakirina baregehên leşkerî de berdawm e û herî dawî jî li Eyn Îsayê baregeheke hêzên esmanî ava kiriye.

Tevî ku Amerîkayê biryara vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê daye jî hîn bi qasî 25 baregehên wan ên leşkerî li herêmê hene.

Rayedarê HSDê ragihand ku her çiqas li herêmê hebûneke leşkerî ya DAIŞê nemaye jî Amerîka ji ber berdewama metirsiyan hêzên xwe yên leşkerî li herêmê zêde dike û ji bo ji nû ve avadankirina herêmê sewqiyatê dike.

Rayedarê HSDê diyar kir ku Amerîka niha li Eyn Îsayê baregeheke nû ya esmanî ava dike ku ev baregeh di navbera Kobanî û Reqayê de dimîne.

Herwiha wî destnîşan kir, baregeh ji aliyê şervanên HSDê ve têne parastin û got, tevgera hêzên Amerîkayê ya li herêmê nîşaneya mayîna wan a li Sûriyê ye.

Parve bike: