TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê li sînorên Iraq-Sûriyê êrîseke asmanî dijî milîsên Hesda Seibî pêk anî

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2021 16:45

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên asmanî yên Amerîkayê li ser sînorê Iraq-Sûriyê êrîşeke asmanî dijî milîsên girêdayî Heşda Şeibî yên girêdayî Îranê pêk aniye.

Li gorî ragihandina medya komên milîsên şîeyên Heşda Şeibî, binkeyên Heşda Şeibî yên ser sînorên Sûriye-Iraqê rastî êrîşeke asmanî hatin.

Derbarê ziyanên êrîşê de hîn zanyariyan piştrastkirî nehatine belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber êrîşên milîsên bi ser bi Heşda Şeibî ve li ser hêzên Amerîkî û Hevpeymanan, Amerîkayê hefteyên borî jî bi fermana Serok Joe Biden baregehên Heşd li ser sînorê Iraq û Sûriyê bombebaran kiribûn.

Parve bike: