Anket li DYAyê: Yek berendam bi ferqek hindik di pês de ye
PeyamaKurd – Li gorî anketeke niha ya ku li DYAyê hatiye kirin, namzeta Demokrat Kamala Harrîs ku ji sedî 49ê piştgirîyê girtiye, 3 puan li pêş hevrikê xwe yê Komarî Donald Trump e.
Ji bo hilbijartinên serokatiyê yên ku wê di 5ê Mijdarê de li DYAyê bên kirin hêj jimartin dewam dike, di anketa hevpar a rojnameya New York Times (NYT) û Sienayê da derket holê ku pêşbirk hîn jî deqedeq e.
Di nûçeya ku ji aliyê NYTê ve hat weşandin de hat destnîşankirin ku Demokrat Harris ji sedî 49ê kesên beşdarî anketê bûne, Trumpê Komarî jî ji sedî 46ê piştgirî girtiye.
NYT diyar kir ku anketa navborî di navbera 29ê Îlonê û 6ê Cotmehê de li seranserê welêt hatiye kirin û destnîşan kir ku Harris li gor anketên berê cara ewil li pêş Trump bû.
Rojnameyê bi bîr xist ku anketa herî dawî ya NYT-Siena di nîvê meha Îlonê de hat kirin û her du hevrik ji sedî 47 bi heman puanê derketin, herwiha diyar kir ku ev rastiya ku Harris bi gavên piçûk be jî li pêşiya Trump derdikeve, tê vê wateyê ku ew roj bi roj bertekên hilbijêran zêdetir dibîne.