Cîhan
Antony Blinken bi serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçova seredana xwe ya Rojhilata Navîn de çû Fîlîstînê û bi serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas re hevdîtin kir. Hevdîtina Blinken û Abbas li bajarê Ramallahê çêbû.
Blinken, berya bi Mehmûd Abbas re hevdîtinê bike bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu û bi serokkomar Isaac Herzog re hevdîtin kiribû.