Cîhan
Antony Blinken û Hakan Fîdan li ser 3 mijaran axivîn…
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, îro 5ê Tîrmehê pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê derbarê pêwendiya telefonî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Fîdan û Blînken di pêwendiyê de li ser mijarên berfirehbûna NATOyê ango endamtiya Swêdê ku Tirkiyeyê hîn nepejirandiye, Peymana Dexlê ya Stenbolê û hevkariya bo têkoşîna dijî gefa tilyaka sentetîk axivîn.
Herwiha hate diyarkirin ku herdu wezîran di pêwendiya telefonê de, civîna 7ê Tîrmehê ya navnetewî ku li Amerîkayê tê lidarxistin jî nirxandin.