TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê operasyon pêk anî: Gund hatin kontrolkirin

İlyas batu
Edîtor
📅 25 berfanbar 2025 16:41

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, yekîneyên artêşa Îsraîlê îro serê sibê derbasî nav xaka Sûriyeyê bûn û li gundewarên Quneytra û Derayê operasyon kirin.

Hat ragihandin ku yekîneyeke leşkerî ya bi wesayîtên zirxî yên "Humvee", li gundên Qudne, Eyn Zîvan û Siwêsayê rê girtine û kontrola trafîkê kirine.

SANAyê her wiha da zanîn ku leşkerên Îsraîlî şeva borî jî ketine bajarokê Clemayê yê li rojavayê Derayê û di encama vê serdegirtinê de du kes hatine girtin.

Parve bike: