Cîhan
Artêsa Sûriyê derbasî Ayn Îsayê bû ku dikeve bakurê Reqayê
PeyamaKurd - Artêşa Sûriyê ku duh êvarî ketibû nava tevgerê piştî bajarê Tebqayê derbasî Ayn Îsayê jî bû.
Li gorî nûçeya Sputnîka rûsî, çavkaniyeke leşkerî got, “Artêşa Sûriyê derbasî xaka Ayn Îsayê bû ku kampa malbatên terorîstên DAIŞê lê ye.”
#عاجل || #سانا
مراسل سانا: وحدات من #الجيش_العربي_السوري تدخل بلدة #عين_عيسى بريف محافظة #الرقة الشمالي.
— سانا عاجل (@SanaAjel) October 14, 2019
Duhî hatibû ragihandin ku leşkerên amerîkî bo demekê ji bajarokê Ayn Îsayê vekişiyane.
Ji aliyê din ve Reutersê jî ku xwe dispêrê rayedarekî amerîkî ragihand ku unsûrên dîplomatîk yê Amerîkî jî bakurê Sûriyê derketine.
Demek berê SANAyê ragihandibû ku wê artêşa Sûriyê ji bo ‘berevaniyê li êrişkariya Tirkiyê bike’ leşkerên xwe li Til Temirê bi cî dike.