TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Ukrayna perwerdeya leskerî dide sivîlan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 sibat 2022 01:16

PeyamaKurd – Li ser zêdebûna îhtimala êrîşeke mezin a leşkerî ya Rûsyayê ya dagirkirina Ukraynayê, artêşa Ukraynayê bi beşdariya saziyên sivîl dest bi perwerdeya leşkerî bo sivîlan kir.

Li herêma Biryargeha Parastina Kîevê ya herêma Desnianskiy artêşa Ukraynayê bi beşdariya saziyên sivîl perwerdeya leşkerî da hejmarek ciwan û temen mezinên welatiyên Ukraynayê.

Nûnerê Biryargeha Parastina Kîevê Andriy Rikun, derbarê wê perwerdeya leşkerî de ji medyayê re ragihandiye ku mebesta wan lihevnêzîkirina welatiyan û perwerdeya destpêkî ya parastina herêmê bo wan hatiye dayîn.

Herwiha Rikun, diyar kiriye ew wan perwerdeyên leşkerî yên bo sivîlan ji sala 2014an dewam dikin ango ne tenê ji bo rûbirûbûna artêşa Rûsyayê têne kirin.

Parve bike: