TR KU SO
FB X
Cîhan

Awistralyayê 6,5 milyon dolar ceza da Apple

📅 20 hezîran 2018 03:47

PeyamaKurd - Li Awistralyayê dadgehê li şirketa Apple ku iPhone û iPadên xwe yên ku li dervayî servîsa erkdar hatine temîrkirin qebûl nake, 6,5 milyon dolar pere ceza birî.

Li gorî nûçeya BBCyê, dadgehê li şirketa Apple ku iPhone û iPadên xwe yên ku ne li servîsa erkdar, lê li serîvsên din hatine temîrkirin qebûl nake, 6,5 milyon dolar pere ceza da.

275 bikarhênerên Appleê yên ku cihazên xwe li ciyekî din dabûn temîrê, gilîdar bibûn.

Qanûnên Awistralyayê rê nade şirketê ku polîtîkaya xwe ya "cihazên ku ne li servîsa erkdar, lê li servîseke dereke miemele lê hatibe kirin, nayên temîrkirin" bisepîne.

Parve bike: