TR KU SO
FB X
Cîhan

Bahçeli: Pêsniyara me ew e ku PKK 4ê Gulanê li Melezgira Mûsê kongreyê bicivîne û vî karî biqedîne

Hevi Turan
Nivîskar
📅 20 adar 2025 21:26

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî, bang li PKKê kir ku bilez biryara xwe ya fesihkirin û çekdanînê bide.

Bahçelî peyamek ji bo pîrozkirina Newrozê belav kir û tê got: "Pêşniyara me ew e ku PKK li navçeya Malazgirtê ya Mûşê roja Yekşemê 4ê Gulana 2025an kongreya xwe bicivîne û dawî li nîqaşên xwefesihkirinê bîne û vî karî biqedîne"

Bahçelî diyar kir: "Divê PKK, ji bo ku bangawaziya Îmraliyê ya 27ê Sibatê dereng nekeve û daxwaza gelê me ya hêja pûç nebe, zûtirîn dem kongreya xwe bicivîne û biryara feshê bistîne"

 

Parve bike: