Cîhan
Balafira Etiyopyayê jî ket û tê de 157 kes hebûn
PeyamaKurd- Li welatê Etiyopyayê balafira aîdê Ethiopian Airlines'ê ku ji Adîs Ababayê diçû Nairobiya Kenyayê, tê de 149 rêwî û 8 wezîfedar hebûn, ket. Ketina balafirê ji aliyê berdevkê şîrketê de hat piştraskirin.
Kes nizane bê ji qezayê kesekî sax rizgar bûye an na.