TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira kargo ya Rûsî ji pîstê derket: 8 tê de bûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 adar 2025 22:10

PeyamaKurd – Balafira kargoyê ya cûreya Antonov An-12 a Rûsî li bajarê Novy Urengoy ê Rûsayayê dema daketinê ji ser pîstê şemitî û ji rê derket.

Dozgeriya Gihandinê ya Herêma Uralê ragihand ku balafir ji ber xerabûneke teknîkî ji ser pîstê kaş bûye û paşê derketiye derveyî pîstê.

Hate ragihandin ku 8 karmendên balafirê rizgar bûne û bi selamet in. Piştî bûyerê Balafirgeha Novy Urengoy bo demkî ji seferan re hate girtin.

Parve bike: