Cîhan
Balafira kargoyê ket û 3 kes mirin
PeyamaKurd- Li Amerîkayê li eyaleta Texasê balafira kargoyê ya tîpa 767 ket û 3 wezîfedar tê de mirin. Balafir nêzî bajarê Houstonê, di şevê de ket kendavê.
Bi sedema balafir ket nava behrê, bo qutiya wê ya reş bibînin tîmên noqavê hatin şandin bo deverê û bi wan re tîmên rizgarkirinê, helikopter, îtfaiye û ambûlans jî hatin şandin.
Rêvebirê polîs yê Houston Chambers County, Brian C. Hawthorne ragihand ku balafira kargoyê ketiye nav ritama 5 metreyî û gelek zahmete ku qutî bê dîtin lê tîmên rizgarkirinê dest bi xebata rakirina enkaza balafirê kirine.
Balafir ji Miamiyê diçû balafirgeha George Bush ya Houstonê.