Cîhan
Balafirên Îsraîlê êrîsî bajarên Hama û Humsê yên Sûriyeyê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê li bajarên Hama û Humsê yên li navenda Sûriyeyê li gelek xalên leşkerî yên komên ku Îran piştgiriyê dide wan û artêşa Sûriyeyê de êrîşên esmanî kirin.
Li gorî daxuyaniya Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), artêşa Îsraîlê gelek xalên leşkerî yên li bajarê Hemayê li bakurê rojavayê Sûriyê û gundên derdora Humsê bombebaran kirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de 3 çekdarên biyanî jî di nav de ne hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.
Hêzên esmanî yên Îsraîlê ji destpêka îsal ve 181 êrîş birin ser komên milîs ên bi piştevaniya Îranê.