TR KU SO
FB X
Cîhan

Balyoza Amerîkayê Romanowski û wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn hevdîtinekî pêkanîn

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 03 gulan 2024 00:15

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyin bi balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski re civiya û li ser têkiliyên navbera Iraqê û Amerîkayê (DYA)rawestiyan. Ragihandina hevdîtinê ji aliyê wezareta karên derve yê Iraqê de hat kirin.

Di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Iraqê û Washingtonê û li ser seredana dawiyê ya serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani ya Amerîkayê rawestiyan.

Her dû teref behsa seredana Sûdanî û encamên civînên Komîta Bilind ya Koordînasyonê kirin û bûn hemfikir ku encam bên şopandin.

Li gor ragihandinê; Romanowski bi sedema wefata hevjîna Huseyîn taziyên wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken arasteyî Fûad Huseyîn kir.

Parve bike: