Cîhan
Balyozê Misirê yê Enqereyê hate tayîn kirin
PeyamaKurd – Piştî hewldanên asayîkirina pêwendiyên Enqere-Kahîreyê, Misirê Amr el-Hamami wekî balyozê Enqereyê destnîşan kir.
Biryarnameya erkdarkirina balyozê Misirê yê Enqereyê ji aliyê Serokê Misirê Ebdulfetah El Sisi ve hate îmzekirin û di rojnameya fermî de hate weşandin.
Berî niha jî Serokomarê Tirkiyeyê Salîh Mutlu wekî balyozê Kahîre yê Tirkiyê erkdar kiribû û biryar di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hatibû weşandin.
Herdu welat piştî zêdetirî deh salan asta pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve bilind dikin.