Balyozê Rûsî: Em pistevaniya danûstandinên rêjîm û Rêveberiya Xweser dikin
PeyamaKurd - Balyozê Rûsya yê li Sûriyê Alexander Yefimov ragihand ku Rûsya piştevaniyê li diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de dike.
Alexander Yefimov ji ajansa Sputnik a rûsî re daye xuyakirin, “Rûsya dibîne ku Kurd beşek ji gelê Sûriyê ye, ji ber wê em piştevaniyê li diyaloga di navbera Kurd û Şamê de dikin, bi taybet ji bo welatê xwe yê hevbeş ava bikin.”
Yefîmov got: “Ne veşartiye ku Rûsyayê bi rêyên cuda kanelên pêwendiyê di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de vekirine û her du alî jî rêzê li keda Rûsyayê ya navbênkariyê dikin.”
Balyozê Rûsî destnîşan kir, dê proseya nêzîkbûnê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê bi awayekî baştir bi rê ve biçe, piştî ku hemû hêzên biyanî yên nerewa ji Sûriyê derkevin û rêjîma Sûriyê hemû xaka xwe vegerîne bin kontrola xwe.
Ev daxuyaniya balyozê rûsî di demekê de tê ku zanyariyên li ser ji nû ve destpêkirina hevdîtinên rejîma Sûriyê û HSDê hatin belavkirin.
Beriya niha jî di meha Tîrmeha 2018an de şandeke MSDê ku baskê siyasî yê HSDê tê zanîn, bi serpirştiya Hevseroka Desteya Cîbicîkar ya MSDê Îlham Ehmed ji bo pêkanîna danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re û gotûbêjkirina rewşa Rêveberiya Xweser bi awayekî eşkere serdana Şamê kiribû û hin hevdîtin hatibûn kirin.