Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê: Mafê wan heye hemûyan bigirin
PeyamaKurd – Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Îsraîlê Mike Huckabee, di hevpeyvîneke li gel Tucker Carlson de daxuyaniyên ku bûn sedema nerazîbûnên mezin dan.
Huckabee îdia kir ku mafê gelê Cihû li ser axên Rojhilata Navîn heye û Amerîka dê li dijî dagirkirina beşekî mezin a herêmê ji aliyê Îsraîlê ve nebe.
Dema Carlson behsa ayetên Incîlê yên derbarê "Erzê Mewûd" (Axên Sorkirî) kir ku herêma navbera Çemê Firat û Çemê Nîlê dihewîne, Huckabee bersiv da û got: "Çêtir e ku ew hemûyan bigirin."
Ev daxuyaniyên Huckabee ku wekî piştgiriya ji bo "Îsraîla Mezin" hatin şirovekirin, herêmên mîna Lubnan, Sûriye, Urdin, beşek ji Iraq û Erebistana Siûdî dixe bin sînorên îdiakirî.
Piştî ku Tucker Carlson bi ecêbgirtî pirsî gelo ew bi rastî piştgiriyê dide berfirehbûna Îsraîlê li seranserê herêmê, Huckabee hinekî paş ve gav avêt û got ku gotina wî "hinekî zêde bû".
Wî diyar kir ku eger Îsraîl di encama şerekî parastinê de van axan bi dest bixe, wê demê rewş dê were nîqaşkirin.
Mike Huckabee, ku sala borî ji aliyê Donald Trump ve hatibû destnîşankirin, bi nêzîkatiya xwe ya olî û piştgiriya xwe ya xurt a ji bo tevgerên rastegir ên Îsraîlê tê naskirin. Ev daxuyaniyên wî di demekê de tên ku rageşiya li herêmê di lûtkeyê de ye û peyama wî wekî nîşaneyek ji bo guhertina polîtîkaya derve ya Washingtonê ya li Rojhilata Navîn tê nirxandin.