TR KU SO
FB X
Cîhan

Bazara Înê bû gola xwînê: Gelek kustî û birîndar hene...

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 nîsan 2019 12:34

PeyamaKurd – Îro înê li bajarê Ketta yê Pakistanê teqîneke bombeyî li bazareke vekirî rû da.

Di encama teqînê de li gor zanyariyên destpêkê herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest de û gelek kes jî birîndar bûn.

Rojnameya Dawan a herêmî bi zarê rayedarê asayîşa Pakistanê Abdur Razzaq Cheema ragihand ku êrîşa bombeyî li herêma Hazar Gunjî rû daye û di encamê de herî kêm 8 kesan can daye.

Çavkaniyên herêmî jî radigihînin ku herî kêm 16 kesan can daye û bêhtirî 30 kesan jî birîndar bûne.

Li gor ragihandinê êrîş li dijî civaka şîe ya Hazara pêk hatiye û gelek firoşkarên bazarê bûne qurbanî.

Heta niha berpirsiya êrîşê ti rêxistinekê li xwe negirtiye.

Parve bike: