TR KU SO
FB X
Cîhan

Berdevkê Pentagonê Ryder: Pêsmerge hemparê me yê bingehîn e

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 02 adar 2024 02:59
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê (Pentagon) yê Amerîkayê Patrick Ryder, ji bo K24ê ragihand ku hevdîtina di navbera serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cîgira wezîrê Pentagonê Sasha Baker de, nîşan dide ku Amerîka ji bo li herêmê herêmekî bi îstîqrar temîn bike, bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re hemkariya xwe ya ji bo wexteka dirêj, dewam dike.

Patrick Ryder ragihand ku babetekî dinê ya girîng ku li serê axifîne, tehdîdên DEAŞê û grûbên bi desteka Îranê ne ku li herêmê tehdîdin û weha got:
“Cîgira wezareta bergiriyê ya Pentagonê temînatê da serokwezîr Mesrûr Barzanî ku di têkbirina DEAŞê de bi biryare. Di civînê de hat gotin ku Ofîsa Koordînasyonê ya Ewlehiyê ya li Iraqê li hemberê van tehdîdan bi hemkarê me Herêma Kurdistanê û bi hukumeta federal ya Iraqê re ji nêz de dixebitin.
Hun dizanin civînên Komîsyona Bilind ya leşkerî ya Amerîka-Iraqê dewam dikin. Di civînan de koordinasyona ji bo wextekî dirêj ya operasyonên leşkerî yên navbera Amerîka û Iraqê û ji bo derbasî pêvajoya destekê bibin, tê munaqeşekirin.”

Ryder got ku ji bo ewlehiyê û aramiyê, di herêmê de Pêşmerge hemkarê bingehîn yê Amerîka ye û weha dewam kir:

“Li Herêmê Pêşmerge ji bo ewlehiyê û îstîqrarê, ya herî girîng ji bo têkbirina DEAŞê ya bi temamî hemkarê me ye. Amerîka li hemberê DEAŞê weka perçeyekî ji koalisyona navdewletî ya li hemberê DEAŞê bi Pêşmerge û hêzên asayîşa Iraqê re bi hevkarî xebitî.

Ez nizanim ez ê çawa pesnê minnetdariya xwe û girîngiya hemkariya bi hêzên Pêşmerge û Hukumeta Kurdistanê re, bi hemkariya me û koordinasyona me bidim.”
Ryder, her weha ragihand di navbera her du terefan an ku hukumeta Herêma Kurdistanê û Pentagonê de, di çarçova lihevkirina Zebta 2022an de, di demên dawiyê de, pêngavên ku di derbarê hêzên Pêşmerge de hatine avêtin, li ser wê mijarê rawestiyane.
 
Parve bike: