Cîhan
Berdevkê serokkomariya Tirkiyê Kalin bi Plötner re li Helsinkiyê hevdîtin kir
PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın bi nûnerê karên derve û ewlehiyê yê Şansolyetiya federal ya Almanya Jens Plötner re, li Helsinkiyê rû bi rû hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de mijarên wan têkiliyên duqolî, aborî û siyasî bûn.
Her weha her dû siyasetmedar li ser mijarên endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ji bo NATO yê, bandora şerê Ûkraynayê ya navdewletî, hewlên Tirkiyê yên dîplomatîk, di sewqiyata hûbûbatan û rola Tirkiyê, pirsgirêkên Derya Sipî û Egeyê, Sûriye û mijara koçberan, mijara terorê û li ser gelek mijkarên din axifîn.