Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em bi hestiyarî çavdêriya rewsa Iraqê dikin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir, welatê wan bi hûrî û hestiyarî ve çavdêriya rewşa Iraqê dike û balkêşa ser seqamgiriya ewlehiya Iraqê.
Ajansa Mîhir a Îranê da zanîn, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî îro 01.08.2022yê da zanîn: “Iraq welatekî mezin û girîng e. Em bi hûrî û hestiyarî ve çavdêriya pêşketinên li Iraqê dikin.”
Di berdewamiyê de eşkere kir, welatê wan berdewam bi biryarbûna xwe ya li ser parastina asayîş û seqamgiriya wî welatê cîran, dost û bira nîşan daye û got: “Baweriya me bi wê heye ku asayîşa Iraqê, asayîşa Îran û navçeyê ye.”
Hêjayî gotinê ye, ev gotinên Nasir Kenanî yekem helwêsta fermî ya Îranê ye piştî destpêkirina xwepêşandanên vê dawiyê yên alîgirên Tevgera Sedir li paytexta Bexdayê.