Berî fermîbûna hikûmeta Netanyahû, Serîeya Rojava wek xaka Îsraîlê hat ragihandin
PeyamaKurd - Hikumeta nû ya Îsraîlê ya rastgir a bi seroktiya Benyamîn Netanyahû beriya sibe bi fermî dest bi kar bike, Şerîeya Rojava wek xaka Îsraîlê ragihand.
Hikûmeta rastgir a Îsraîlê ya bi serokatiya Benyamin Netanyahu sibe 29ê Kanûnê sond dixwe û dest bikar dike.
Berî destbikarbûna hikûmetê hat eşkere kirin ku wê parastina wargehên Cihûyan ên li Şerîeya Rojava di rêza pêşîn a bernameya wan de cî bigire û di nexşerêya polîtîkayên hikûmeta nû ya ku ji aliyê partiya Likud a Netanyahu ve hatiye belavkirin de, wiha tê gotin: “Armanca me ya sereke xaka Îsraîlê mezin bikin û pêşve bibin. Herêmên Celîl, Negev, Girên Golan û Navê Şerîeya Rojava weke xaka Îsraîlê hatin diyarkirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, cihên cihûyan ên li Şerîeya Rojava ya di bin kontrola Îsraîlê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî neyasayî têne dîtin.
Tê çaverêkirin siyaseta hikûmeta hevpeymaniya rastgirên tund di demên pêş de bibe sedema aloziyên zêdetir di navbera Îsraîl û Filîstînê de.
Li aliyê din di heyama serokwezîrtiya Netanyahu ji 2009an heta 2021ê de, pêngavên asayîkirina pêwendiyên ligel welatên Erebî hatibûn avêtin.