TR KU SO
FB X
Cîhan

Berlînê, ji bo mexdûrên erdhejê pira hewayî vekir

Ruken güler
Nivîskar
📅 13 sibat 2023 00:03

PeyamaKurd- Seroka Eyaleta Berlînê Franziska Giffey, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan ji bo mexdûrên erdhejê yên li Mereşê bû û bandorên xwe li bajarên bakur, rojava û Suriyeyê kir, ji Berlînê heta Tirkiyeyê pireke asîmanî vekir.

Piştî erdhejên li navenda Mereşê pêk hat û ji gelek welatan alîkarî dewam dike, Seroka Eyaleta Berlînê Franziska Giffey diyar kir ku ji Berlînê heta Tirkiyeyê ji bo mexdûrên erdhejê pireke asîmanî hat avakirin.

Giffey di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi hevkariya Balyozxane û Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê û gelek xêrxwazan, me ji Berlînê ber bi Tirkiyeyê ve pireke asîmanî ava kir. Niha li Balafirgeha BERê li qadeke 6000 metreçargoşeyî, bi tonên pakêtên alîkariyê û bi hezaran paletên ku bi alîkariyan hatine komkirin hene. Firînên yekem ji niha ve dest pê kirine.”

Parve bike: