Cîhan
Berpirsê darayî yê saneyên DAISê hat girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Reqayê, Hêzên Antî Terorê yên bi ser Rêveberiya Xweser, kesekî bi navê Ehmed Mihemed El-Elî ku berpirsê darayî yê şaneyên DAIŞê bû desteser kirin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Antî Terorê, bi wî kesî re dolarên Amerîkî, lîreyê Tirkiyê û yê Sûriyê û 3 telefonên destan yên navbera şaneyan de dihatin bikaranîn, hatin desteser kirin.
Piştî zêdebûna êrîş û tevgera şaneyên DAIŞê, li Reqayê operasyonê ser şaneyan û girtina terorîstan hatine zêdekirin.